Li Egeyê agirê Newrozê: Bi hezaran kes hatin cem hev

Li Aydin, Denizlî, Manîsa, Bandirma, Ayvalik û Bodrûmê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir.

Li bajar û navçeyên bi ser Herêma Egeyê ve jî Kurdan û dostên xwe pîrozbahiyên Newrozê kirin. Li bajarên wek Aydin, Denîzlî, Manîsa, navçeyên Bandirma, Ayvalik ên bajarê Balikesîrê ve li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê bi hezaran kes tevli pîrozbahiyan bû û agirê Newrozê pêxistin û cejna Newrozê pîroz kirin. 
 
AYDIN 
 
Newroza Aydinê li taxa Osmanyozgatli ya li navçeya Efelerê hat pîrozkirin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay tevli bû û xîtabî gel kir. Di pîrozbahiyê de xelkê govend gerand. 
 
MANÎSA 
 
Li Manîsayê jî pîrozbahî li Meydana Lale hat lidarxistin. Pankarta “Em dimeşin azadiyê” hat vekirin. Rêz hat girtin. Pişt re Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç xîtabî xelkê kir û li ser girîngiya Newrozê axivî. Di pîrozbahiyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin û agirê Newrozê hat pêxistin. 
 
Pîrozbahî li ber stranên hunermendan bi dawî bû. 
 
DENÎZLΠ
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li Denîzliyê jî li navçeya Merkezefendiyê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevli pîrozbahiyê bûn. Dirûşm hatin berzkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş tevli Newrozê bû, axivî û xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. 
 
Pişt re li ber dengê berzkirina dirûşma girê Newrozê hat pêxistin. 
 
BANDIRMA
 
Pîrozbahiya li navçeya Bandirmayê li taxa Yuzuncu Yilê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nacî Sonmez û rêveberên HDP’ê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyan li ber stranên hunermendan govend gerand. 
 
Nacî Sonmez ê HDP’yî axivî û daxwaza azadiya kurdan kir û xwest ji bo her kesî mafê welatîbûna wekhev bê sepandin. 
 
Pişt re agirê Newrozê hat vêxistin û stranbêj Şoreş Can, Nîhat Baran û Gulşen Yildirim derkestin ser dikê û stran gotin û xelkê govend gerand. 
 
AYVALIK
 
Pîrozbahiya li navçeya Ayvalikê jî li taxa Yenî hat kirin. Gelek welatî tevli pîrozbahiyê bûn û agirê Newrozê hat vêxistin. 
 
BODRÛM
 
Li navçeya Bodrûmê jî pîrozbahî li taxa Yenîkavak hat pîrozkirin. Bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Canbaz Kaya jî tevli pîrozbahiyê bû û axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û polîtîkayên şer. 
 
Pişt re agir hat pêxistin û girseyê li ber stranên hunermendên xwecihî