Li Efxanîstanê li ber mizgeftê di dema cejin pîrozkirinê de êrîşek xwekujiyê pêkhat û 37 kesan jiyana xwe ji dest da, 50 kesan zêdetir birîndar bûn.
Bûyer li ber mizgefta mezin ya bajarê Maymana ya li bakûrê welat rû da. Di êrîşa xwekujî ya piştî nimêja cejnê ya li ber mizgeftê de 37 kesan jiyana xwe ji dest da û ji 50 kesan zêdetir jî birîndar bûn.
Alîkarê waliyê eyaleta Feryab Abdulsitar Barez got; “Me hêjan nimêja Cejna Qurbanê nû xilas kiribû, dema me cejna hev pîroz dikir teqînê rû da. Qad ma di nava toz û dûmanê de, hemû cih ji termên polîs û sivîlan tijî bû.” Barez ragihand ku, midûrê polîsên eyaletê Abdulhaliq Aksaî jî birîndar bûye, lê belê ne diyar bû ku hedef midûrê polîsan bû yan na.
Ji ber sedema Cejna Qurbanê li tevahiya welat rexmî ku tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin jî, balkêş bû ku çalakvana 4 kontrolên ewlekariyê derbazkirin û çalakî pêkanîn.
Eyaleta Feryab ku weke herêmeke rihet dihat zanîn, di van demên dawî de tund û tûjî zêdebûne. Di rojên derbazbûyî de fermandarekî berê yê Talîbana ku derbazî aliyê hikumetê bibû û kurê wî di encama êrîşek çekdarî de hatibûn kuştin.