Li Efrînê 3 jê zarok 7 kes birîndar bûn
Li Efrînê 3 jê zarok 7 kes birîndar bûn
Li Efrînê 3 jê zarok 7 kes birîndar bûn
Hate ragihandin ku 4 topên tangan ku ji aliyê komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên li herêma Ezazê ve hatine avêtin, li bajarê Efrîn ketin. Hate hînbûn ku di encama êrîşê de 3 zarok û 4 jin birîndar bûne.
Komên çete ên DAIŞ’ê ji herêma Ezazê bi tangan bajarê Efrînê topbaran kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin topbaran saet di 16.15’an de pêk hat. Hate gotin ku 4 top li bajêr ketine û di encamê de 3 zarok û 4 jin birîndar bûne. Welatiyên li derdorê birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn a Efrînê