Li Edeneyê zarokek hate binçavkirin

Li Edeneyê zarokek hate binçavkirin

Li Edeneyê zarokê bi navê G.D. ê 14 salî yê ku tê îdîakirin ku dema dixwest molotofkokteylî diavête polîsan birîndar bû piştî dermankirinê hate binçavkirin.

Bûyer şevê din li taxa Daglioglu ya navçeya Seybanê ya Edeneyê pêk hat. Li gorî îdîayê komeke ciwanan li ser kolana Bahçelîevlerê hatin cem hev û di nav bera ciwan û polîsên Qereqola Daglioglu pevçûn derket. Di bûyerê de zarokê bi navê G.D. ê 14 salî dema ku xwest molotofkokteylê bavêje polîsan di destê wî de teqiyan. Zarokê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û piştî dermankirina wî li Nexweşxaneyê Dewletê ya Edeneyê bi dawî bû hate binçavkirin.