Li Edeneyê yekemîn agirê Newrozê hate vêxistin
Li Edeneyê yekemîn agirê Newroza 2022’an hate vêxistin.
Li Edeneyê yekemîn agirê Newroza 2022’an hate vêxistin.
Rêxistina Ciwanên HDP’yî, DBP û Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê li Taxa Gulbahçe ya Edeneyê bi şîara ‘Dem dema serkeftinê ye’ agirê pêşîn ê Newrozê vêxistin. Gel bi tilîlî û çepikan piştgirî da pîrozbahiyê û ciwanan xwe ji ser agir avêtin.
Di pîrozbahiyê de sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Newroz pîroz be’ hatin berzkirin. Ciwanan piştre li dora agirê Newrozê govend gerandin.