Polîsan êrîşî çalakiyên li navçeyên Yuregir û Seyhanê yên Edeneyê ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê kiri. Hate ragihandin ku, di êrîşê de zarokek hatiye binçavkirin.
Komên li taxên Anadolû û Denîzlî yên ser bi navçeya Yuregir û Seyhan yên navenda Edeneyê hatin gel hev, li ser rêya sereke agir bi lastîkan xistin û rê ji trafîkê re girtin. Komê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê slogan avêtin.
Polîsên ku bi wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî komê kirin, komê jî bi kevir û guleyên hewayî bersiva polîsan da. Piştî ku kom belavî nava kolana bû, bûyer derbazî nava kolana bûn. Li taxa Anadolû bi hinceta ku zarokê bi nave R.B yê 17 salî tevlî bûyeran bûye hate binçavkirin. Bûyeran heya direngî şev dom kir.