Şevên din hinek kesên ku nasnameya wan nehatiye zanîn êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çukurovayê kir. Li ser giliyê partiyiyan, polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Bi mebesta piştevaniya bi HDP’ê re, pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Behra Spî (AYKAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Behra Spî (AATUHAY-DER), endamên Navenda Çanda Binevş, rêveberên Partiya Azadiya Civakî (TOP) û gelek endamên partiyê li pêşiya avahiya partiyê kom bûn û daxuyanî dan.
Girseyê ji ewil li şûna alayên HDP’ê yên hatine şewitandin, alayên nû hilayîstin û piştre jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê HDP’a Çukurovayê Ergun Atlig axivî û wiha got: “Şevê din saet di navbera 21:00 û 23:00’yan de êrişî avahiya me kirin. Di êrişê de tabelayeka me û alayên partiyê hatin parçekirin. Em vê êrişa kirêt şermezar dikin. Ev êriş, êrişeke faşîstane û tirsonekî ye. Yên ku dixwazin me bi van êrişan têk bibin bila baş pê bizanin ku em ê vê têkoşîna xwe ya rewa bidomînin. Tu zext wê nekarin me têk bibin.”
‘ENCAMA POLÎTÎKAYA QİRÊJÎ Û ZİMANÊ NEFRETÊ YÊ DESTHİLATDARİYÊ YE’
Her wiha Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmeta Karakiş jî diyar kir ku sedema êrişên li ser partiya wan, encama polîtîkaya qirêjî û zimanê nefretê yê desthilatdariyê ye û wiha bi dawî kir: “Lê weke HDP’iyan em ê bi aram tevbigerin. Her çiqas em li dijî êrişan pir bisebir tevbigerin jî, heke me zêde bidin zorê em jî wê biteqin. Em ê vê bûyerê vekolin. Desthilatdarî neçare ku dev ji vî zimanê xwe yê li dijî HDP’ê berde. Nexwe heke vî zimanî neguherîne, wê demê em ê baş bizanin bê ka faîl kî ye û kî bi wan dide kirin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Bila destên dirêjî HDP’ê dibin bişikên” bi dawî bû.