Li Edeneyê bi hezaran kes ji bo piştgiriyê bidin girtiyan kom bûn

Li Edeneyê bi hezaran kes ji bo piştgiriyê bidin girtiyan kom bûn

Bi hezaran kesên ku ji bo beşdarî mîtînga ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê ya bi boneya piştgiriyê bide çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ku girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê 12'ê Îlonê dayîn destpê kirin û 47 rojin berdewam dike, li taxa Daglioglu kom bûn.

Beriya mîtînga ku Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê bi boneya piştgiriyê bide çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ku girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê 12'ê Îlonê dayîn destpê kirin û 47 rojin berdewam dike, li taxa Daglioglu bi hezaran kes kom bûn.

Beriya mîtingê bi hezaran kesên ku ji taxên cûda hatin kom bûn pankartên "Azadiya Ocalan azadiya me ye", "Bi ruhê 14'ê Tîrmehê heta serekftinê berxwedan", "Hûn bixêr hatin paytextê Serhildanê Kurdistana biçûk Daglioglu Birêz Demîrtaş." vekirin. Dîsa rengê kesk, sor û zer ku ji 20 metreyan pêk tê vekirin. Girseyê ji bo Ocalan û PKK'ê bê navber dirûşe qêriyan. Hate zanîn ku, ji gelek bajarên derdorê dê saziyên sivîl û partiyên siyasî jî tevlî mîtîngê bibin.