Li Edeneyê serê sibê de encama serdegirtina malan de 5 zarok bi hinceta "tevlî çalakiyanbûn e" ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Li Enqere jî 10 xwendekarên zanîngehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Her wiha li Şirnexê jî 3 zarok hatin binçavkirin.
Yekîneyên Fermandariya Cendirmeyan a Edeneyê li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina de 5 zarokên bi navê E.A, F.B, O.G. A.K. û R.A. bi hinceta bi zorê kepenek dan girtin hatin binçavkirin.
LI ENQERE JÎ 10 XWENDEKAR HATIN BINÇAVKIRIN
Li Enqere jî polîsan bi ser gelek malên xwendekaran de girt. Hate hînbûn ku operasyon ji ber şerê di navbera xwendekaran de rojên borî li DTCF'ê qewimî pêk hat. Di encama operasyonê de heta niha 10 xwendekar hatin binçavkirin. Navên xwendekarên hatin binçavkirin ên hatin zanîn ev in: Mehmet Şîmşek, Musa Maynali, Servet Başak, Necmettîn Işik, Soner Gul, Kadîr Toraman.
Xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Enqere. Hate hînbûn ku dibe hejmara binçaviyan zêde bibe.
Her wiha, li taxên Şerhrînûh û Yenîmahalle ya Şirnexê duh êvarê, yekîneyên tevgera taybet ên polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. Di encamê de li zarokên binavê M.B. (14), H.B. (15)û B.K. (14) hatin binçavkirin.