Li Dusseldorfê 3 hezar kes ji bo 10 hezar girtiyan meşiyan

Li Dusseldorfê 3 hezar kes ji bo 10 hezar girtiyan meşiyan

Li bajarê Almanya Dusseldorfê bi hezaran kes bi pêşengiya saziyên girseya demokratîk li hev kom bûn û bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê aliyê girtiên Kurd ve hatiye destpêkirin, meşek li dar xistin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bê navber dirûşimên li dijî deleta Tirk qêriyan.

Kurdan li paytexta Eyaleta Ren-Vestfalya ya Almanya Dusseldorfê bi pêşengiya sazî û rêxistinên ATÎK, AVEGKON, CENÎ, FEDA, FKE, KOMKAR, TUDAY, YEK-KOM, YXK, 3000 kes meşiyan ûpiştgirî dan daxwazên girtiyan.

Di meşa ji Qada Burgê dest pê kir bi qasî 2 saetan berdewam kir û piştre li ber konsolosa Tirkiyeyê mitîng hate lidarxistin. Kurdan di meşê de bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana zîndanan” qêriyan û postrên Ocalan hatin hildan.

Di axaftinên hate kirin de bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku li hemberî greva birçîbûnê ya ku ketiye roja 60’emîn bê deng nemînin. Her wiha peyama “Bêndegî bêwijdanî ye” hate dayin.

LI BER KONSOLOSA TIRK A LI ESSEN ÇALAKIYA PROTESTOYÎ

Kurdên li Essenê roja înê li ber konsolosa Tirk a li Essenê li hev kom bûn û desthilatiya AKP’ê protesto kirin. Di çalakiyê de derdora 150 kes amade bûn û pankatên piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Di çalakiyê de helwesta dewleta Tirk û Erdogan hate protestokirin û banga piştgirya ji bo çalakiyê hate kirin.