Li Dortmundê ciwana dosya pêşkêşî dezgehên çapemeniyê kir

Li Dortmundê ciwana dosya pêşkêşî dezgehên çapemeniyê kir

Ciwana li bajarê Dortmund yê Almanyayê bi armanca balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li Girtigehên Tirk ku rewşa girtiyan ketiye xeteriyê dosya ji dezgehên çapemeniyê re belavkirin û xwestin li hember bûyerê hîstiyar bin.

Ciwanên Kurd yên serdana rojname û radyoya Ruhr Nachrichten ya li eyaleta Nordhein-Westfalen weşanê dike, kirin û li vir dosya dan rayedarên pê re hevdîtin pêkanîn. Ciwana balkişande ser çalakiya girtiyên siyasî yên Kurd ku ji bo bicih anîna şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, astengiyên pêşiya parastina zimanê Kurdî û mafên perwerdeyê bêne rakirin û her wiha gihane astekî krîtîk. Ciwana balkişand ku, dewleta Tirk mafên demokratîk yên bingehîn yên girtiyan ji ne dîtî ve tê. Tenê zexta rayagiştî ya li hemberî rayedarên Tirk dikare pêşiya mirinên ku dê hema çêbibin bigire, ji bo vê xwestin her kes hîstiyar be.

Li aliyê din jî hate ragihandin ku, ji bo têkildarî çalakiya birçîbûnê agahdariyê bikin û rayagiştî kombikin, dê îro serdana gelek sazî û dezgehan bike û agahdar bike. Dê roja Yekşemê jî biçin dêran û agahdarkirinê bikin.