Kurdên li Dortmund û derdorê wê ji bo xwedî li çalakiya birçîbûnê ya siyasetmedarên Kurd ku ketiye xeteriyê û rayagiştî ya Ewropayê hişyar bike, 3 rojan dest bi çalakiya birçîbûnê dikin.
Her wiha dê di çalakiya birçîbûnê de balê bikişînin ser Metîn Aydin yên ku li zindana Swîsreyê û ev 50 roje di çalakiya birçîbûnê de ye.
Çalakiya birçîbûnê dê roja Duşemê di demjimêr 10.00’an de li Dortmund beramberî navenda îstasyonê (Haupthbanhof) konê vedin û destpê bikin. Dê bi berdewama 3 rojan ya çalakiya birçîbûnê de dê dosyayan bidin saziyên çapemenî, dêr, partiyên siyasî û saziyên cûda.
Dê çalakiya birçîbûnê 31’ê Cotmehê roja Çarşemê di demjimêr 17.00’an de bi mitîgekê dawî lê were.