'Li dijî pergala hilbijartinê ya bi dek û dolab têkoşîna hevpar'

HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP, TOP'ê gotin, ''Li dijî pergala hilbijartinê ya bi dek û dolab em bang dikin ku têkoşîna hevpar were kirin.''

HDP, EMEP, EHP, Halkevleri, SMF, TÎP, TOP'ê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, ''Teklîfa qanûnê ya têkilî guhartina qanûna hilbijartinê, li gel nerazîbûnên partiyên muxalefetê, li gel helwesta rêxistinên girseyî yên demokratîk ku ji bo ewlehiya hilbijartinê hatine avakirin û helwesta raya giştî jî, ji hêla desthilatê ve anîne ber Desteya Giştî ya Meclîsê.''

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

''Ev teklîf ku encama wê hewesa partiyên desthilatê ye ku ti desteka civakî li pişt nameye, ji bilî hejarî, bêdadî û tundiyê tiştekî nade civakê û bi lîstikên li ser masê tê xwestin hijmara wekîlan were zêdekirin, wê pirsgirêkên têkilî tevlêbûna pergala hilbijartinê ku jixwe ne demokratîk e, problemên wekhevî, dad û kontrolê girantir bike. Antîdemokratîk e û derî hiqûq e.

Vê teklîfê careke dî nîşan daye desthilata ku ji bo problemên rastîn ên civakê ti gavê navêje, dema ku mijar kursiyê wan be çawa kêferatê dikin.

Bêrîhiştina serokkomarê partîzan ê ji qedexeya hilbijartinê, terikandina peywirstandinê ya dadgerên biqidêm ên di destêyên hilbijartinê yên navçe û bajaran de û domdariya pergala bendê tîne, li dijî xalên 10'an, 37'an û 67'an a Destûra Bingehîn e.

Em yên ku ji qadên cihê yên têkoşîna civakî, ji bo parastina azadî, wekhevî, demokrasî, aştî, ked, dad, wekheviya zayendiya civakî û ekolojiyê biparêzin hatine cme hev, vê teklîfa qanûnê ku bi hevkariya AKP-MHP'ê tê xwestin were sazkarkirin qebûl nakin.

Partiyên desthilatê ku pişta xwe didin hijmara demkî ya li Meclîsê û bi vê dixwazin vê qanûna antî-demokratîk derbasbikin, wê nikaribin ziyaneke kiçik jî bidin vîna me ya têkoşîna hevpar. Berevajî, em ê bi hev re di berjewendiya gelê xwe e li her qadê bi hev re têbikoşin.

Em careke dî bang li hemû welatiyan dikin, li dijî polîtîkayên bi dijminatiya gel a deshtilatê, li dijî lîstikên wan ku dixwazin hilbijartinê bêewle bikin û bêdad bikin, bi