'Li dijî korona û desthilatdariyê em xwedî li mafên xwe derkevin'
ESP’ê diyar kir ku pergala kapîtalîst rê li ber koronavîrusê vekiriye û banga geşkirina têkoşînê kir.
ESP’ê diyar kir ku pergala kapîtalîst rê li ber koronavîrusê vekiriye û banga geşkirina têkoşînê kir.
Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê derbarê koronavîrusê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Kapîtalîzm a ku hilberînê ji bo kara xwe dike, qadên me yên jiyanê hildiweşîne û hevsenga xwezayê xerab dike. Di çandiniyê de pestîsît tê bikaranîn û ev jî rê li ber mûtasyona bakterî û vîrusan vedike. Ji ber van tiştan ekosîstem nikare xwe biselihîne û nexweşiyên giran û bi şewb derdikevin holê.
Şefê faşîst piştî destpêka şewbê derdikeve televîzyonê û wekî ku di 17 salan de wî 170 sazî taybet nekiriye û wî mafên civakî nekiriye alîkariya civakî şantaj, dixwaze xwe masûm nîşan bide. Pakêta wî ya rizgarkirinê jî ji bo rizgarkirina birjûwazî û serdestan e. Tekane tişta ku pêşkêşî gel dike jî kolonya û dia ye.
Ji ber vê jî
• Divê xizmeta tendirustiyê bêpere dayîn û kîtên testan werin belavkirin.
• Divê xurek û berhemên paqijiyê yên sereke ji aliyê dewletê ve were dayîn. Divê heqê av, elektrîk û gaza xwezayî were kêmkirin, înternet jî bibe bêpere be.
• Divê şert û mercên xebatkarên tendirustiyê were başkirin, kesên ji ber KHK’ê ji kar hatine avêtin divê vegerin ser karê xwe.
• Divê hemû girtî serbest werin berdan.
• Divê ji bo karkeran destûra bi meaş were dayin.
• Divê xisara esnaf û kargehan were temînkirin, deynên wan were taloqkirin, dewlet pêdiviyên wan bi cih bîne.”