Li dijî girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavak hatin kirin, êrîş hat kirin

Girtiyên ku ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T a Karabukê, sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa S a Samsûn Kavakê hatin kirin, ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derketin, ji aliyê gardiyanan ve hatin êşkencekirin.

Girtiyên bi navên Seyfettîn Kurt, Mûrat Kozat û girtiyekî navê wî nehat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê dihatin ragirtin, sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê hatin kirin. Girtî di rojên Çarşem û Înê de hatin sewqkirin û di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin. Girtiyên ku li dijî vê sepanê derketin, hatin derbkirin.

'XWEDAYÊ VÊ DERÊ EM IN’

Birayê Seyfettîn Kurt Umît Kurt diyar kir ku, gardiyanên ku lêgerîna tazî li hemberî girtiyan ferzkirine gotine , “Evder Komara Tirkiyeyê ye, li vir gotina me derbas dibe, em Xwedayê vê derê ne" û wiha axivî, “15-20 gardiyanan li wan xistine û heqaret li wan kirine. Di pêwendiya telefonê ya ku min bi birayê xwe re kir de got ku piştî êşkenceyê ew nebirine dermankirinê û li hin cihên laşê wî birîn hene. Em ji ewlehiya girtiyan bi fikar in.”

MALBAT: EM AGAHÎ JI WAN NAGIRIN

Cezayê muebbeta giran li Mûrat Kozat hatiye birîn û ew jî yek ji wan girtiyên hatine sewqkirin e. Birayê Kozat, Bayram Kozat jî têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: “Piştî derbkirinê, birayê min xistine hucreya yekkesî. Birayê min Mûrat, bi Seyfettîn Kurt re li heman girtîgehê dimîne. Seyfettîn di roja înê de û birayê min jî di roja çarşemê de hate sewqkirin. Her du jî rastî heman êşkenceyê hatine. Me ji bo hevdîtina bi birayê min re hewl da agahiyan ji girtîgehê bigirin lê agahiyan nadin. Ji roja hatiye sewqkirin heta niha me tu agahî ji birayê xwe negirt. Weke malbata wî fikarên me hene û heke hewce bike em ê bi şev û roj li pêşiya girtîgehê bisekinîn.”