'Li dijî êrîşên li ser HDP'ê em bibin yek'

EMEP, EHP, Malên gel, SMF, TÎP, TOP’ê gotin, "Em ê li dijî dozên komploya siyasî hê zêdetir bibin yek. Em banga piştevaniyê ya ji bo HDP'ê dikin."

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê EMEP, EHP, Malên gel, SMF, TÎP, TOP’ê ve hat dayîn de hat gotin, "Operasyona komploya siyasî di saetên sibehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li dijî endam û rêveberên HDP'ê û hevşaredarên ku berê wezîfedar bûne hatiye destpêkirin."

'DIVÊ EM VAN ÊRÎŞAN BI DAWÎ BIKIN'

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Ev êrîşên darazê yên li dijî HDP'ê û komên mûxalîf ên ku di destê desthilatdariya AKP-MHP'ê de veguheriye amûreke tundiyê, ne ya yekem û ne ya dawî ye. Her ku desthilatdariyê winda dikin, êrîşî mûxalefeta civakî û qada siyaseta demokratîk dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide zemîna têkoşîna demokratîk a ku di serî de gelê Kurd hemû hêzên muxalefeta civakî dikare lê siyasetê bike, ji holê rake.

Armanca hevpar a van operasyonên ku di her demê de bi hincetên cuda û bi navên cuda ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk hatin kirin, tasfiyekirina hêzên muxalîf ên li dijî rejîmeke tekxwaz û otorîter li Tirkiyeyê têdikoşin û îdiaya avakirina jiyana azad, wekhev û hevpar a gelên Tirkiyê hene ye.

Operasyonên komploya siyasî yên ku ji aliyê kesên ku ji ber tirsa xwe ji siyaseta demokratîk serî li wan didin çawa ku pûç in, xeternak û tarî ne. Weke kesên ku di têkoşîna azadî, wekhevî û aştiyê de israr dikin, em ê li dijî her cure dozên komployê bisekinin.

Di demekê de ku bi operasyonên siyasî û pêkanînên dijhiqûqî hewl tê dayîn qada têkoşîna demokratîk bê tinekirin, weke hêzên demokrasiyê em ê ji bo pûçkirina van êrîşan hê zêdetir bên cem hev û têkoşînê mezin bikin.

BANGEWAZIYA JI BO GEL

Weke hêzên demokrasiyê me berdêlên mezin dan, em netirsiyan, pes nekir û me gav paşde neavêt. Em ê meşa xwe ya demokrasiyê ya ji bo pêşeroja demokratîk, hevpar û azad a gelên Tirkiyê bi israr û bi biryardarî bidomînin. Ev êrîşên li dijî HDP’ê êrîşên li dijî hemû muxalîfan, hêzên demokrasiyê, hêviya jiyan û têkoşîna hevpar, biratiya gelan a li Tirkiyeyê ye. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi HDP’ê re bibin yek.”