Li dijî êrîşên kîmyewî wê li Taksîmê meşeke girseyî bê lidarxistin

HDK, HDP û BMG ji bo 'Meşa Mirovahiyê ya li dijî Çekên Kîmyewî' banga tevlîbûnê kirin ku wê 6'ê Mijdarê were lidarxistin. Di bangawaziyê de hate ragihandin ku desthilatdarî hewl dide sûcê kîmyewî binixumîne.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşînê ya Yekbûyî (BMG) ji bo 'Meşa Mirovahiyê ya li dijî Çekên Kîmyewî' ku wê 6'ê Mijdarê li Taksîmê bê lidarxistin, li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlametnera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay li civînê axivî û bal kişand ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk.

Kemalbay bi bîr xist ku 17 HPG'î bi çekên kîmyewî şehîd bûn û got, "Li gorî dîmenên hatin weşandin, diyar e ku Tirkiyeyê peymanên navneteweyî yên mîna Konvansiyona Cenevreyê binpê kiriye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê van sûcdariyan red dike, zanyar, siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanên ku li van dîmenan dipirsin sûcdar dike û dike hedef. Em bi girîngî destnîşan dikin, ku eger mîna gotinên berdevkê desthilatdariyê be, eger dane û dîmen şaş bin, ya divê were kirin ne înkarkirina yekser e, divê heyetên serbixwe bişînin herêmê."

Kemalbay bi bîr xist ku piştî êrîşên bi çekên kîmyewî hin heyetên serbixwe xwestin li herêmê lêkolînan bikin, lê belê PDK li pêşiya van heyetan bûye asteng û got, "Asteniya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bu sedema guman û hêrseke mafdar. Divê rêveberiya herêmî ewlekariya heyetan misoger bike û destûrê bide lêkolînkirinê. Divê kes nebe şirîkê vî sûcê şer û li dijî mirovahiyê. Pêwîste di serî de OPCW, Neteweyên Yekbûyî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Yekîtiya Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê. Naxwe wê fikara gelên herêmê mezintir bibe û bibe sedema rûdana komkujiyên hîn mezintir. Roj ne roja bêdengmayinê ye, roja parastina mirovahiyê û rabûna li ber şer e. Em bang li hemû sazî, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, gel û mirovên xwedî wijdan ên alîgirê jiyanê ne dikin, ku bikevin nava liv û tevgerê. Li ser vê bingehê em ê di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê meşeke aştî û jiyanê li dijî şer û mirinê lidar bixin. Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku beşdarî vê meşa me ya mafdar bibin. Ya ku civak dixwaze eşkerebûna rastiyê ye. Bi bêdengiyê em ê ti carî nebin şirîkê vî sûcî. Heta ku rastî eşkere bibe em ê dengê xwe bilind bikin û li heqîqetê bigerin. Em vê biryardariya xwe careke din nîşan didin."