Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 44 rojin di greva birçîbûnê dene tenduristiya wan her ku diçe xirab dibe. Bi taybetî ji ber ku Vîtanîma B1 nadin wan tê gotin ku, talûkeya di mejiyê wan de xisara mezin çêbibe. Hate zanîn ku, pîvana tansiyon, şekir û nabzan nayê kirin û girtî dermankirinê qebûl nakin. Ji bo çalakvana ji çalakiyê vegerînin pêkûtiya derûnî pêktînin.
Girtiyên di girtîgeha tipa F ya Hêjmar 2 de ya Tekîrdag, Gebze û Edîrneyê de dimînin diyar kirin ku, rastî binpêkirina mafan tên û mafê wan yê çalakiya birçîbûnê tên astengkirin. Girtiyan anîn ziman ku, rastî lêdanê tên û neheqî li wan tê kirin. Parêzerên ku ji Gulizar Tuncer, Sînan Zîncîr, Ferat Çagil, Ramazan Demîr, Şefîk Çelîk û Ruhşen Mahmutoglu, pêk tê 23'ê Cotmehê li girtîgeha Hêjmar 1 û 2 yên Tipa F yên Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê û Girtîgeha Jinan ya Gebzeyê lêkolîn kirin û rapor amade kirin.
Parêzeran di raporê de diyar kirin ku, girtiyên ketine greva birçîbûnê ji mafê vîtamîna B1 bê par tên hiştin. Parêzeran anîn ziman ku, rayedarên girtîgehê nameyên ku ji girtiyên çalakger re tên şandin desteser dike û wiha gotin: "Hemû mafên girtiyan yên ragihandinê bi tevahî ji destê wan hatiye girtin. Vîtamîna B1 ya ku parêzeran ji bo çalakgerên grevê birin ji aliyê rayedarên girtîgehê ve nehat dayin"
Parêzeran derbarê girtiyên ketine çalakiya de jî wiha agahî dan: "Bariş Mete; tansiyona wî dadikeve. Çavê wî tarî dibe û bêhaliyê destpê kiriye. Yildirim Turgut; tansiyonê wî dadikevin û bêhaliyê dijî. Kerem Irmak: Tansiyonê wî dadikeve. Ber çavê wî reş dibin û bêhaliyê destpê kiriye. Nîzam Ozluk; Rewşa wî başe, lê heta niha 7 kilo daye. Hasan Kizilkan lawaz bûye kîlo winda kiriye.
PÊKÛTIYA DERÛNÎ
Parêzeran di raporê de diyar kir ku, Vîtamîna B1 ku parêzeran ji bo girtiyan birin, hatiye desteserkirin û hêj nedane girtiyan. Parêzeran da zanîn ku, bê navber derûnînasan dişînin girtîgehê û dixwazin girtiyên di doza wan vegerînin û wiha cih da raporê: "Ava şêrin, ava team û ava çaya giya nadin wan. Name û faksên ji wan re tên şandin desteser kirin. Disa Vîtamîna B1 heta niha nehatiye dayîn û hatiye desteserkirin.
Girtiyê bi navê Mehmet Nezir Duru; bêhali û westîn pêre çêbûye. Zafer Acar; Serêşî û şewata çav destpê kiriye. Cesîm Yildirim; Piştî hevalê wî yê odeyê tahliye bû bi tena serê xwe dimîne. Yakup Erdogan, şewata çavan û serêşiyê destpê kiriye. Dema dibin Wanê û tîne hebên vîtamîn nayê dayîn.
LI GIRTÎGEHA TÎPA F A HÊJMAR 2 A TEKIRDAGÊ VÎTAMÎNA B1 NAYÊ DAYÎN
Parêzeran di berdewama raporê de destnîşan kir ku, li girtîgeha Hêjmar 2 ya Tekirdagê girtî rastî lêdan, tazîkirin, îşkence, neheqî û cezayên cuda tên û bêhiqûqîyê tên û wiha cih da raporê. Piştî koma 2'emîn dest bi çalakiya birçîbûnê kirin pêdiviya wan ya sereke vîtamîna B1 nayê dayîn. Faks û nameyên wan tên desteserikirin. Rastî pêkanînên keyfî tên û li gorî keyfa xwe nabzê wan û tansiyonê wan tên pîvan. Dîsa vîtamîna B1 ku parêzeran ji girtîgehê re şandibûn hêj nehatiye dayîn. 5 girtiyên ji doza Şoreşgerî tên darizandin jî dest bi çalakiyê kirin."
AVA TEAM NAYÊ DAYÎN
Parêzeran di raporêde da zanîn ku, tenduristiya girtiyan xirab dibe û wiha reşwa girtiyan vegot: "Sinan Sezen: Êşa piştê, bêhaliyê destpê kir. Alî Karakaş, sergêjiye destpê kiriye. Mehmet Ayetullah Baykurtan, serê sibê xwîn ji dev tê. Bêhalî û westanê destpê kiriye. Di pişta wî û mîdeya wî de êşê destpê kiriye. Sanciyên dil destpê kiriye. Piştî 19'ê Cotmehê vîtamîna B1 hate dayîn. Li gel girtî dixwazin jî ava şerbet û team nayê dayîn. Bilal Nargile jî li gel daxwaz kir hêj vîtamîna B1 nedane wî. Bêhalî û taniyonê destpê kiriye.
NABZ Û TANSIYONÊ NA PÎVIN
Girtiyê bi navê Turgay Ural jî anî ziman ku, pîvana tansiyon û nezbê nayê kirin û piştî roja 5'an vîtamîna B1 nehat dayîn. Pirsgirêka xew û taniyonê destpê kiriye. Murat Ozturk, jî da zanîn ku pirsgirêka serêşî û xewê destpê kiriye. Harun Karataş, Ahmet Salgın jî heman pirsgirêk anîn ziman û diyar kirin ku, rayedarên girtîgehê vitamîna B1 nade wan.
VÎTANÎNA B1 NADIN WAN
Girtiyên bi navê Mahsum Ortaç, Haşim Ozpolat, Mazlûm Ozagar Mazlûm Dikmen jî diya kirin ku, raydar neheqiya li wan dikin û wan tazî lêgerîn dikin. Girtiyan destnîşan kir ku, Vîtamîna B1 nadin wan û êdî serêşî, tansiyon, bêhalî, bêxewî destpê kiriye.
Girtiyên di girtîgeha tîpa E ya Gebze de Azime Işık û Newroz Bozkurt jî diyar kirin ku pirsgirêka bêhalî û mîde dest pê kiriye.