Li Dêra St. Martîn ji bo girtiyan dûa

Li Dêra St. Martîn ji bo girtiyan dûa

Li Paytexta London a Îngîlîstanê bi armanca ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger grevli Dêra dîrokî ya St. Martin In The Field hate destpêkirin didome. Sermetranê Dêrê jî jib bo girtiya dua kir û piştgirî da girtiyan.

Piştgiriyên jib o girtiyên girtiyên kurd ku ev 44 roje di girevê de ne bê navber didome. Li Londonê li Dêra dîrokî ya St. Martin In The Field 13 ciwanên kurd dest bi grevê kiribûn û ketin roja duyemîn.

Sermetranê Dêrê daxwazên ciwanên kurd guhdarî kir ûji bo ku şerê li Kurdistanê bi dawî bibe û aştî bê dua kir. Di saetên êvarê de piştî 19.00’an li derê kon hate vedan û kesên hatin serdana kon der barê grava birçîbûnê de agahî girtin.

Çalakvanan ji dêrên Vatîkanê xwestin rewşa girtiyên kurd bînin rojevê. Sermetranên dêrê jî diyar kirin ku dê rewşa girtiyan ji Sermetranên Dêra Anglîkan re vebêjin. Li dêrê jib o girtiyan dÊ dawiya hefteyê ayîn pêk were.