Li Denîzliyê 2’ê Mijdarê piştî ku polîsên AKP’ê tund êrîşî xwepêşandanê kir û nêzî 100 xwendekar binçavkirin, îro dozgeriyê xwest 30 kes bên girtin.
Xwendekarên şoreşger, democrat û welatparêz yên Zanîngeha Pamûkkaleyê 2’ê Mijdarê xwestin ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk xwepêşandanek pêkanîbûn û polîsên rejima AKP’ê tund êrîş kiribûn. Nêzî 100 xwendekar di encama vê êrîşê de hatibûn binçavkirin.
Piştre xwendekar serbest hatin berdan, lê belê li gorî agahiyên hatine girtin, dozgeriyê derbarê nêzî 30 xwendekaran de daxwaz kir ku bên girtin. Hinceta vê biryara dozgeriyê nehate hînbûn.