Li Den Haagê li ber Wezareta Derve çalakî

Li Den Haagê li ber Wezareta Derve çalakî

Li bajarê Den Haag ya Hollandayê jinên Kurd li ber Wezareta Derve hatin cem hev û piştgirî dane çalakiya birçîbûnê ya girtiyên Kurd li Girtîgehên Tirk daye destpê kirin.

Li bajarê Den Haag yê Hollandayê jinên Kurd bi armanca piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya di roja 46’mîn de li ber Wezareta Derve mitîngek pêkanîn.

Di mitîngê de saziyên mafê mirovan yên navnetewî û welatên Ewropa yên li hemberî çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ku 46 roje didome, bêdengin hatin protesto kirin. Jinan piştî mitîngê bi nûnerên Maseya Tirkiyeyê ya li Wezareta Derve re hevdîtinek pêkanîn û nameyekî daxwazên girtiyan tê de cih digirin dane rayedaran. Jinan daxwaza girtiyan ya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz kirin.

Piştî hevdîtinan ji Parlementoya Ewropa, Konseya Ewropa û saziyên wekî wan re faksên bal kişandin ser rewşa tenduristî ya girtiyan ya ku ber bi xirabiyê ve diçe şandin.

Li aliyê din çalakiya di çarçoveya Kampanya Îmzeyan ya Ji Ocalan re Azadî, jinên ku her roja Çarşemê çalakiya nobetê pêktînin vê hefteyê jî berdewam kir.