Li Danîmarka çalakiya azadiya Ocalan hate lidarxistin

Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hate destpêkirin.

Endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê li dijî pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku weke temînata aştî û azadiya gelane, diyar kirin ku dest bi çalakiya kon kirine.

Çalakiya ku îro saet 12:00’an destpê kir, wê heta saet 18:00’an dom bike. Çalakiya kon a bi şiyara “Em bang dikin ku xwedî li Rêbertiya xwe û azadiya xwe derbikevin” tevahiya rojê welatiyên Danîmarkayî çûn serdana wan.

Çalakvanên tevî baranê konê agahdarkirinê vedayî, belavokên ku asta tecrîda li ser Ocalan û rewşa Kurdistanê tîne ziman belavkirin.

Çalakiya kon wê her 2 hefteyên li pêşiya me rojê Înê saet 12:00 heta 18:00’an dewam li qada Gammeltorvê bê danîn.