Li Cizîrê protestokirina 9’ê Cotmehê

Li Cizîrê protestokirina 9’ê Cotmehê

Li navçeya Şirnex Cizîrê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di navbera ciwanên xwepêşandan kirin û polîsan de pevçûn derketin.

Bi armanca protestokirina 9’ê Cotmehê bi sedan ciwanên ku li Cizîrê daketin qadan, ji bo PKK’ê û Ocalan dirûşme qîriyan û meş li darxistin. 

Ciwanên ku li ser kolanên Îdil û Nuseybîn û taxa Yasef rê li hatin û çûnê girtin, ji bo PKK’ê dirûşme qîriyan. Lê belê polîsan bi maşînên zirxî dest li çalakiya ciwanan werdan.

Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, kevir û bombeyên deng bersiv dan destwerdana polîsan û pevçûn derket. Di pevçûna ku heta derengiya şevê dewam kir de, hin kamerayên MOBESE ji aliyê ciwanan ve hatin şikandin.