Li Cizîrê polîsan meşa 9’ê Cotmehê asteng kirin

Li Cizîrê polîsan meşa 9’ê Cotmehê asteng kirin

Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajar û navçeyan hat protestokirin. Li Cizîrê jî tê protestokirin.

Ji ber sedema 9’ê Cotmehê ev sê roje li navçeya Cizîrê çalakî pêk tên û îro kepeng hatin girtin. duh êvarê piştî pevçûna hat jiyîn, îro li navçeyê ji bilî dermanxane û nanpêjan kepenk nehat vekirin.

BDP’iyên ji bo komployê şermezar bikin, xwestin meşekê pêk bînin û polîsan destur neda. Gel û nûnerên BDP’ê li ser vê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Polîsan bi wesayîtên zirxî qada ku daxuyanî lê dihat dayîn, dorpêç kirin û serokê BDP’a navçeyê Ahmet Çeter, diyar kir ku ew careke din hevkar û mêtîngerên navnetewî şermezar dikin û got divê her kes bizane ku koploya li dijî Ocalan pêk hatiye li hemberî hemû gelê kurd pêk hatiye.

Piştî daxuyaniyê girse belav bû û di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Hat hînbûn ku pevçûn hêj didome.