Li Cizîrê du rêveberên HDP’ê hatin destgîrkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê du rêveberên HDP’ê hatin destgîrkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê du rêveberên HDP’ê hatin destgîrkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsên sivîl û polîsên tîmên taybet vê sibehê avêtin ser hin malan. Di serdegirtina malan de rêvebirên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîrê Songul Kuçuk û Naîm Înedî hatin destgîrkirin.
Kesên ku sedema destgîrkirina wan nehat hînbûn, birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Hate ragihandin dibe ku gelek kesên din jî werin destgîrkirin.