Li Bonn û Aachen ‘Şehîdên Meha Cotmehê’ hatin bîranîn
Li Bonn û Aachen ‘Şehîdên Meha Cotmehê’ hatin bîranîn
Li Bonn û Aachen ‘Şehîdên Meha Cotmehê’ hatin bîranîn

Li bajarên Bonn û Aachen ên Elmanya ‘Şehîdên Meha Cotmehê’ hatin bîranîn.
BONN
Bîranîna ji aliyê Meclîsa Jinan a Sara ve hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di biranînê de li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan Dayik Rojîn axivî.
Dayik Rojîn got, “Tevahî nirxên me bi saya şehîdên me yên qehreman pêk hatiye. Em minedarê şehîdên xwe ne.” Dayik Rojîn anî ziman ku, pêwîst e gelê Kurd xwedî li têkoşîna azadiyê derkeve û ruhê Kobanê bide jiyandin. Piştî axaftina Dayik Rojîn helbest hatin xwendin.
Li ser navê Tevgera Jin a Kurd jî Nûpel Mûnzûr axivî. Munzur di axaftina xwe de got, “Bêrîtan ji bo me xeta azadiyê ye. Bêrîtan li hember serweriya zilam sekna herî mezin e.”
Piştî axaftinan sînevîzyona der barê "Şehîdên Meha Cotmehê" de hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê xwarin hate belavkirin. Paşê jî helawa bi ard a Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku jê pir hez dikir li mêvanan hat belavkirin.
AACHEN
Bîranîna li Aachen jî ji aliyê Meclîsa Jinan a Denîz Firat ve hat organîzekirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Nesîbe Bîlan axivî. Bîlan bal kişand ser çanda berxwedanê ya Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û xeta azadiyê ya îro li Kobanê di şexsê Arîn Mîrxanan de dewam dike.
Ji Tevgera Jinan a Kurd jî Zîlan Serhed axivî. Serhed diyar kir ku xeta azadiyê ya Bêrîtan îro hê bihêztir bûye.
Serhed bal kişand ser yekparebûna jin û axê û hevoka Hêlîn Çerkez a “Divê jin bibe ax” bi bîr xist.
Piştî axaftinan sînevîzyon hat temaşekirin. Hozan Serdar, Hozan Huseyin û Rojîna 7 salî stran gotin. Li ser wesiyeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) helaw hat belavkirin.
