Li Beyrudê wesayîta bombebarkirî hat teqandin
Li Beyrudê wesayîta bombebarkirî hat teqandin
Li Beyrudê wesayîta bombebarkirî hat teqandin
Li paytexta Beyrud a Lubnanê li nêzî avahiyên serokwezîr û wezîran bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hat û li gorî daneyên destpêkê wezîrekî berê jî di nav de 5 kes mirine.
Di teqîna ku li herêma Ayn el-Mireyse pêk hat de di nava kesên mirin de şêwirmendê siyasî yê serokwezîrê berê Saad el- Harîrî, Muhammed Şatah jî heye.
Êrîşa bombeyî li cihekî ku avahiyên cemawerî, navendên bazirganî û otel hebûn pêk hatin. Di teqînê de 5 kes mirin gelek kes birîndar bûn. Bi bandora teqînê re gelek wesayît texrîb bûn.
Gelek îtfaye û peywirdarên tenduristiyê şandin cihê bûyerê.
Li aliyê din jî serokwezîr Necîb Mîkatî der barê mijarê de banga civîna lezgîn a maseya krîzê kir. Hêj tu kesî êrîş negirtiye ser xwe.