Li taxa Yenîşehîr a navçeya Beyoglû ya Stenbolê demjimêr di 10.30 de teqînek rû da.
Teqîn di navbera du avahiyan de pêk hat û bû sedema tirsê. Gelek yekîneyên polîsan veguhestin cihê bûyerê. Kolan ji trafîkê hate girtin. Li derdorê tedbîr hatin girtin. Di teqînê de mirî an jî birîndar çênebûn, sedema teqînê tê lêkolînkirin.