Li Bexdayê nerazîbûna dijî PDK’ê mezin dibe

Li meydana Tehrîr a Bexdayê bi sedan kes dijî peyama endamê PDK’ê rabûn ser xwe û ragihandin ew bêrêziya hemberî Elî Sîstanî qebûl nakin.

Şeva 27’ê Adarê Naîf Kurdistanî ê PDK’yî, li ser twîtera xwe peyamek belav kir û nivîsî; “Em bi rêberiya Ereban re ne, ne bi rêberiya Hindî, Farisî û Efxaniyan’ re ne.”

Peyama endamê PDK’ê rastî nerazîbûnek tund hat, heman şevê li Bexdayê alîgirên Rêberê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî, li ser torên civakê xwestin xelk dakevin kolanan. Piştî wê bi demekê tevî endamê PDK’ê Naîf Kurdistanî daxwaza lêborînê jî Elî Sîstanî jî kir, lê nekarî pêşiya nerazîbûnan bigre. Piştî wê PDK’ê jî daxuyaniyek da û ragihand ku ti peywendiya Naîf bi PDK’ê re nînin.

Heman şevê, bi dehan alîgirên Elî Sîstanî bidirûşmeya ‘Rêber taca serê me hemûyane’ daketin kolanan.

Di encamê de bi dehan kes li ber derê şaxa 5’an ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kom bûn û avahiyê dan ber agir.

Nerazîbûna dijî peyama endamê PDK’ê mezin dibe. Di van kêliyan de bi dehan alîgirên Sîstanî li meydana Tehrîr a Bexdayê kom bûne û xwepêşandanê dikin. Xwepêşanderan wêneyên serokê PDK’ê Mesud Barzanî û namzetê PDK’ê Rêber Ehmed ê ji bo serokkomariya Iraqê, rakirine û li ser xeta sor xêzkirine.

Xwepêşander dirûşmeyên redkirina namzetê PDK’ê Rêber Ehmed diqêrin.

Hêjayî gotinê ye Dr. Naîf Gergerî bi navê din Naîf Kurdistanî, endamek bilind yê PDK’ê ye û di dema xwe de endamê lijneya lihevkirina Sedir, Helbûsî û PDK’ê bû. Herwiha di hilbijarinên 2018’an de namzetê PDK’ê yê herêma Nînova bû.