Li Bexda teqîn: 5 mirî 21 birîndar

Li Bexda teqîn: 5 mirî 21 birîndar

Duh bişev li paytexta Iraq Bexdayê di encama teqînek bi hêz de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên bi dest ketine duh bişev, otomobîlek bombe barkirî li bajarê Bexdayê li rex mizgefta Mela Hiwêş teqiya û di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe jidest dane, 21 kes birîndar bûne, jimareyek zêde ji kesên birîndar rewşa wan girane û fikar heye ku jimara miriya zêde bibe.

Hêjayî gotinêye, li gorî saziyên ewlehiyê yên Iraqê diyardikin ku, di nava van 3 mehan de li tevayî Iraqê di encama teqînan de 2500 kesan jiyana xwe ji dest dane.