Li Bernê standa 'Ji Ocalan re Azadî'

Li Bernê standa 'Ji Ocalan re Azadî'

Li paytextê Swîsre Bernê di çarçoveya kampanya îmzeyan ya navnetewî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêve birin, standek ya îmzeyan hate vekirin.

Standa ku bi organîzasyona Meclîsa Gelê Kurd ya Swîsreyê di bin pankarta ‘Azadiya Ocalan azadiya me ye’ li navenda îstasyonê ku cihê herî qelebalixe hate danîn. Di standa ku posterên Ocalan û alên KCK û KJB’ê lê hatin daliqandin, di çarçoveya kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ îmze hatin komkirin.

Di standa ku heta demjimêrên nîvro ji 300 îmzeyan zêdetir hatin komkirin, her wiha bi belavokên ji derdorê re belavkirîn, derbarê tecrîda li ser Ocalan û çalakiya birçîbûnê ya girtiyan di zindanê de destpêkir û di roja 43’an de hatin agahdar kirin.

Penaber û Swîsreyiyan eleqeyek baş nîşanî standê dan, lê belê qismek nîjadperestên Tirk xwestin provokasyona bikin. Nîjadperestên Tirk yên nêzî standê bûn û heqaret li Kurdan û rêberê wan kir, balkêş bû ku erkdarên standê jî bi îşaretên serkeftinê ku ew pir jê diqehirin bilind kirin û bersivandin.

Erkdarên standê gotin, hewildanên wan yên provokasyon, heqaret û gefan dê wana ji çalakiya wan nedin paş, her wiha ew dê xwedî li rêberê xwe û girtiyên li zindanan xwedî derbikevin.

Standa ku li ber îstasyona navenda Bernê, dê heya hefteya dawî ya meha Kanûnê her Çarşemî dê bê danîn û berdewam kirin.