Li Bernê çelenka reş danîn ber Konsolosa Danîmarkayê
Li Bernê çelenka reş danîn ber Konsolosa Danîmarkayê
Li Bernê çelenka reş danîn ber Konsolosa Danîmarkayê
Kurdistaniyên li Bernê jiyan dikin anîn ziman ku, biryara dadgeha eyaleta Danîmarkayê a di derbarê televîzyonên Kurdan de, di aliyê demokrasiyê de biryarekî rû reşe û çelenka reş danîn ber Konsolosa Danîmarkayê.
Kurdistaniyên ku li paytextê Swîsre Bernê jiyan dikin di çarçoveya çalakiya “dest nedin televîzyonên me” biryara betalkirina lîsansa Roj TV, Nûçe TV û MMC ya ji aliyê Dadgeha Eyaleta Danîmarkayê ve li ber Konsolosa Danîmarkayê bi çalakiyekê protesto kirin. Kurdistaniyên ku diyarkirin, biryara li dijî televîzyonên Kurdan hatiye girtin nayê qebûlkirin û destnîşankirin ku, biryara hatiye girtin di şibe komkujiya li paytextê Fransa Parîsê hatiye kirin.
Di çalakiyê de dosyaya ku têkildarî biryara dadgeha Eyaletê hatî amadekirin radestî rayedarên konsolosê hate kirin. Dema ku dosya radestî rayedaran kirin, li ser navê heyetê Omer Reşîtoglû axaftinek kurt kir û da diyarkirin ku, biryara hatiye girtin li ser navê demokrasiya Danîmarkayê biryarek pir xemgîne û çi bingehekî hiqûqî yê biryarê tuneye. Reşîtoglû da zanîn ku, helwesta Danîmarkayê ya li dijî televîzyonên Kurdan, di rastiya xwe de helwesteke li hemberî gelê Kurd. Reşîtoglû bilêv kir ku, pêwîste Danîmarka dest ji helwestên dijî televîzyonên Kurdan berde.
Piştî axaftinên hatine kirin, çalakî bi slogan û çepikan her wiha çelenka reş danîn ber Konsolosa Danîmarka bidawî bû.