Li ber avahiya TUGVA ya AKP'ê teqînek çêbû
Li kêleka avahiya ku Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA) ya AKP'ê lê ye, teqînek pêk hat.
Li kêleka avahiya ku Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA) ya AKP'ê lê ye, teqînek pêk hat.
Li taxa Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li kêleka avahiyeke 5 qatî ku Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) li du qatên ewil e, teqînek pêk hat.
Li gorî daxuyaniyên dewleta Tirk, di bûyerê de kes nemiriye û birîndar nebûye. Lê camên avahiyê şikestine.
Polîsên Tirk dor li qadê girtin.
Kurê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan Bîlal Erdogan, Şaredarê Esenlerê Mehmet Tevfik Goksû di nava Desteya Şêwirmendiya Bilind a TUGVA de cih digirin û biraziyê Erdogan Usame Erdogan jî di desteya qeyûmê de cih digire.