Li Bedlîsê terora polîsên Tirk

Li Bedlîsê terora polîsên Tirk

Li Bedlîsê bi barmanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya ku ketiye roja 61’emîn, gel ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di rê de li rastî terora polîsên Tirk hat. Di êrîşê de tevî Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû û Serokê ÎHD’ya Bedlîsê Hasan Ceylan gelek kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku polîsan rasterast nîşan li Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderîolgû girtin û di encama bombeya gazê de ji pişta xwe birîndar bû.

Polîsan bi jop û ava şid êrîşê Zenderlîoglû kirin. Tevî Zenderlîoglû, Serokê BDP’ay Bedlîsê Şahîn Çoban û Serokê ÎHD’ya Bedlîsê Hasan Ceylan gelek kes birîndar bûn.

Her wiha 3 jê xwendekar, 3 jê endamên BDP’ê bi giştî 5 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Zennur Damar, Dr. Zeynettîn Avcil, Alîkarê berê yê Serokê BDP’ya Tetwanê Nasin Olçer hene.

Derdora 500 Kurdistanî tevli meşê bûn û polîsan bi bombeyên gazê, jop, ava şid û keviran êrîş kir. 500 kesên li ber Avahiyên Civakî yê navenda bajar hatin cem hev rastî êrîşa hovane û tund a polîsan hatin û di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Lê gel li hemberî êrîşa polîsan li ber xwe da û meşa xwe ya ber bi girtîgehê ve berdewam kir.

Ji ber bombeyên gazê yên polîsên Tirk gelê li derdorê jî ziyan dît. Ji ber bombeyên gazê yên ku avêtin kolanên bajêr gelek kes birîndar bûn. Her wiha, gaza ku napêjxaneyek ji bo çêkirina nan bi kar dianî, ji ber bombeya gazê şewitî.