Otobusa “Ji Ocalan re Azadî” ku zêdetirê mehek û nîv e li welatên Ewropayê digere, li bajarê Baselê ji alyê bi sedan Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin.
Gera Otobusa “Ji Ocalan re Azadî” ya ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan li Ewropayê hatiye destpêkirin, berdewam dike. Rawestgeha duh jî bajarê Baselê bû. Otobûs danê nîvro li têketina Baselê ji aliyê bi deman wesayitên Kurdan ve hate pêşwzîkirin û piştre gihişt Claraplatzê.
“RÊYA ÇARESERIYÊ AZADIYA OCALAN E”
Li vir bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurdan û Komeleya Çandê ya Kurdan mitîngek hate lidarxistin. Tevî Kurdan, gelek penaberên Tirkiyeyî û dostên Kurdan beşdar bûn. Di mitîngê de bênavber dirûşima “Ji Ocalan re azadî” hate qêrîn. Li vir axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser rewşa Ocalan û hate destnîşankirin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi azadiy Ocalan pêk tê. Her wiha, di daxuyaniyên hatin dayin de balê kişandin ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê jî û destnîşan kirin ku çapemeniya Ewropa û hukûmeta Tirk li hemberî vê yekê bêdeng in û dan zanîn ku ev bêdengî nayê qebûlkirin.
JI BO AZADIYA OCALAN BI SEDAN ÎMZE HATIN BERHEVKIRIN
Di dema mitîngê de stand hatin vekirin û ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin. Di mîtîngê de bi sedan îmze ji bo azadiya Ocalan hatin berhefkirin. Piştî mitînga heta derengiyê berdewam kir, çalakgerên otobûsê li navenda Komeleya Çanda Kurdan a Baselê panelek dan û der barê gera otobûsê de agahî dan.
Rawestgeha otobusê ya sibê jî bajarê Biel/Bienne ye. Piştî ku çalakgerên otobûsê li vir bi mitîngekê hatin pêşwazîkirin, dê derbasî paytexta Swîsre Bernê bibe.