Li Bakirkoyê bi bombeyên gazê êrîşî BDP’iyan kirin

Li Bakirkoyê bi bombeyên gazê êrîşî BDP’iyan kirin

Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî BDP’iyên ku xwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê, kirin.

Meclîsa Jinan ya BDP’a Stenbolê ku di xwest bi armanca piştgirî dayînê û balê bikişîne ser çalakiya birçîbûnê ya di roja 43’mîn de li ber Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê çalakiya birçîbûnê bide destpêkirin, hate asteng kirin.

BDP’iyên xwestin çalakiya birçîbûnê ya dorveger ya 3 rojî bidin desptêkirin, dema diçûn Girtîgeha Bakirkoyê li ser rê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. BDP’iyên ku xwestin bi çalakiya rûniştinê astengiya polîsan protesto bikin, rastî êrîşa polîsan hatin.

Girseyê li beramberî êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê û ava şit, bi keviran bersiv da. Gelek bombeyên gazê yên polîsan avêtin, ketin baxçeyê Wargeha Stargeha Zarok ya li beramberî girtîgehê. Pevçûn belavî Şirînevlerê bûn, her wiha rêya E-5 ji ber pevçûnan ji trafîkê re hate girtin.