Li Aydinê çalakiya birçîbûnê hat destpê kirin

Li Aydinê çalakiya birçîbûnê hat destpê kirin

Endamên Rêxistina BDP’a Bajarokê Ortaklarê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê, ji bo rojekê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.

Endamên Rêxistina BDP’a Bajarokê Ortaklarê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo bicih anîna şert û mercên ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasîna mafê Kurdan dane destpêkirin, ji bo rojekê çalakiya birçîbûnê dane desptêkirin. Çalakiya ku li avahiya BDP’a Bajarok dane destpêkirin, Serokê BDP’a Ortaklarê Fesîh Kaya û rêveberên bajarokê tevlîbûn. Çalakiya birçîbûnê ya li avahiya bajarokê destpêkir, gelek serdan çêdibin. Her wiha li avahiya bajarokê ya çalakî lê heyî jî pankartên “Bêdeng mayîn hevparbûyîna mirinê ye, em dê çavê xwe ji mirinan re negirin” hatin daliqandin.