Li Awûstûryayê civîna ji bo Teroyan

Li bajarên Viyana û St. Polten ên Awûstûryayê, li dijî wargehA ku AKP dixwaze li Teroyan ji bo çeteyan ava bike, civînek hat lidarxistin.

Li bajarên Viyana û St. Polten ên Awûstûryayê, li dijî wargehA ku AKP dixwaze li Teroyan ji bo çeteyan ava bike, civînek hat lidarxistin.

Di civînên ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Awûstûryayê ve hat organîzekirin de, rewşa dawî ya li Teroyan hat nirxandin.

Endamê Komeleya Karkerên Koçber ên Awûstûryayê, ku ser bi girêdayî AvEG-Kon'ê ye Ahmet Dillîce çavdêriyên xwe yên der heqê Mereşê de anî zimên. Her wiha Hevberdevkê Platforma  Jiyanê ya Mereşê ya Ewropayê Bariş Yilmaz jî axivî.

Yilmaz diyar kir, xwedîderketina li Teroyan tenê kêşeya Mereşiyan bi tenê ye,  ya hemû herêmê ye.

Yilmaz da xuyakirin, ku bi taybetî kesên ku li Ewropayê dijîn divê ji bo Teroyan platforman ava bikin û destekê bidin.

Di dawiya panelan de, ji bo avakirina platformên jiyanê yên ji bo Teroyan gava destpêkê hat avêtin.