Li Armutlu berxwedan didome
Li Armutlu berxwedan didome
Li Armutlu berxwedan didome
Piştî bi munasebeta 40’emîn roja qetilkirina Abdullah Comert ê di çalakiyên Parka Gezî de ji aliyê polîsan ve qetilkirin mewlûd hat dayîn bûyeran rû da. Di navbera polîs û xwepêşanderan de dîsa li Taxa Armutlu pevçûn mezin bûn.
Piştî mewlûda ji bo Comert xwepêşanderan xwestin ber bi navenda bajêr ve bimeşin. Xwepêşander di destên wan de pankart, bi dirûşm û sirûdan heta nêzî cihê BP’ê meşiyan. Li vir ji ber ku polîsan rê girtibû di navbera xwepêşanderên ku bend çêkiribûn û polîsan de pevçûnên dijwar çêbûn.
Bi destwerdana polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid re komên xwepêşander jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Di bûyeran de gelek xwepêşander birîndar bûn.
Di pevçûnên ku car caran çek û bombeyên gazê dihatin bikaranîn de gaza bîberan jî hat bikaranîn. Pevçûn heta derengiya şevê berdewam kirin.