Li Antalyayê 4 xwendekar hatin binçavkirin

Li Antalyayê 4 xwendekar hatin binçavkirin

Li navçeya Alanya ya Antalyayê polîsan bi ser gelek malên xwendekaran de girt û 4 xwendekarên Zanîngeha Akdenizê girtin binçavan.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Alanya ya Antalyayê serê sibê li taxa Cumhuriyetê bi ser gelek malên xwendekaran de girt û 4 xwendekarên Zanîngeha Akdenizê binçav kirin. Xwendekarên bi navê Ferhat Başkondu, Samî Înan, Ayaz Akan û Turan Tamince piştî hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a Alanyayê. Hate zanîn ku ji ber xwendekar tev li pîrozbahiya Newrozê bûne hatin binçavkirin.