Li Amedê erdhejzedeyan bi darê zorê ji dibistanê derdixînin
Li navçeya Rezanê ya Amedê erdhejzedeyên li Dibistana Seretayî ya Yahya Kemal Bayatli diman, bi darê zorê ji dibistanê tên derxistin.
Li navçeya Rezanê ya Amedê erdhejzedeyên li Dibistana Seretayî ya Yahya Kemal Bayatli diman, bi darê zorê ji dibistanê tên derxistin.
Li navçeya Rezan a Amedê Dibistana Seretayî ya Yahya Kemal Beyatli ya ku mexdûrên erdhejê lê diman, tê valakirin.
Malbatên ku li dibistanê dimînin xwe gihandin Ajansa Mezopotamyayê û diyar kirin ji dibistanê bi darê zorê tên derxistin û ji bo ku lê bi cih bibin, tu der nîşanî wan nayê dayîn.
Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku ji wan re hatiye gotin ku heke ji dibistanê dernekevin wê gazî polîsan bê kirin. Malbatan banga piştevaniyê kirin.