Li Amedê bîrdariya Roboskî hat vekirin
Li Amedê bîrdariya Roboskî hat vekirin
Li Amedê bîrdariya Roboskî hat vekirin
Bîrdariya Roboskî ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ya Amedê ve hat çêkirin, bi merasîmekê hat vekirin. Dayika Selam Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Semîra Encu li merasîmê peyivî û got, "Em 34 dayikên Roboskiyî ne tenê dayikên şehîdên xwe ne. Dayikên tevahiya şehîdên gelê Kurd in."
Peykerê Roboskî ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ya Amedê ve li Parka Rojava hat çêkirin, bi merasîmek bi beşdariya malbatên Roboskiyî bi awayekî girseyî hat vekirin. Bîrdarî ji aliyê peykertraş Sûat Yakût ve di nava 3 mehan de hat çêkirin. Li ser bîrdariyê navê 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, weke temsîliya dayikên Roboskiyî fîgurê jineke ku rûniştiye û destê xwe ber bi ezmanan vekiriye û fuzeyên balafirên şer ên komkujî kirin, cih digirin.
Di merasîma vekirinê de li gel malbatên Roboskiyî namzetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, xebatkarên Şaredariya Peyasê û hejmareke zêde welatî amade bûn. Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmût Dag di destpêka merasîmê de axivî û diyar kir ku di ser komkujiyê re du sal derbas bûne lê belê hînê berpirsyar nehatine diyarkirin û darizandin. Dag destnîşan kir ku bi zanebûn hewl tê dayîn ser komkujiyê bê nixumandin.
Dûre Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli axivî û anî ziman ku li gel malbatên Roboskiyî êşa wan ev du sal in hînê teze ye û ji bo aşkerakirin û darizandina berpirsyarên komkujiyê bal kişand ser têkoşîna malbatên Roboskiyî.
Anli gotina Erdogan a digot, "Dê rondikên çavan ên dayikan nebarin" bibîr xist û destnîşan kir ku rondikên çavên dayikên Roboskiyî ev du sal in qet ziwa nebûne. Anli ragihand ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tiştek nîşanî wan daye û got, "Her tişt di destê me de ye. Em bang li ti deveran nakin, em li benda ti kesî namînin. Her tişt di dest, dil û têkoşîna gelê me de ye." Anli di axaftina xwe de Mîran Encu yê di salvegera komkujiyê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da bibîr anî.
‘EM DAYIKÊN TEVAHIYA ŞEHÎDÊN GELÊ KURD E’
Li dû Anli li ser navê dayikên malbatên Roboskî dayika Selam Encu Semîra Encu peyivî û got, "Em 34 dayikên Roboskiyî ne tenê dayikên şehîdên xwe ne. Dayikên tevahiya şehîdên gelê Kurd in. Em bi şehîdên xwe re serbilind in, bi rûmet in. Şehîdên me wê bibin ronahiya çar parçeyên Kurdistanê. Em aştiyê dixwazin. Êdî bese ku dayik digirîn."
Piştî axaftinan, kevnikê reş ku weke şînê temsîl dike yê li ser bîrdariyê, ji aliyê Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û malbatên Roboskiyî ve hat daxistin.