Li Amedê 2 kes hatin girtin

Ji 19 kesên li navçeyên Amedê hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.

Piraniya mirovên di operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê de hatine binçavkirin, tên girtin.

19 kesên li navçeyên Amed Lice, Erxenî, Pîran, Bismil û Hezroyê di serdegirtinên malan ên sibeha 26'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji mirovên li navçeya Pîranê hatin binçavkirin welatiyên bi navê Cahît Eşsîz û Ferhat Ozyoldaş hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.