Li Amed û Edeneyê 2 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin

Li Amed û Edeneyê 2 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Yuregîr ya Edeneyê 2 jê zarok 3 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Rezan ya Amedê jî di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.

Şevê din li taxên Denîzlî û Anadolu yên navçeyên Yuregîr û Seyhanê yên Edeneyê ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin. Polîsan mudaxele li çalakiyan kir û li taxa Anadolu welatiyê bi navê Îhsan Baran û zarokên bi navê R.B. û B.C. hatin binçavkirin.

Zarokên bi navê E.A., F.B., O.G., A.K û R.A. ên li bajaroka Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi îdîaya bi zorê dikanên esnafan dan girtin hatin binçavkirin piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan.

AMED

Li navçeya Rezan ya Amedê di serdegirtina malan de birayên hev Hasan û Alî Emre Elyakut hatin binçavkirin. Di serdegirtinê de gelek pirtûk, hard disk, cd û amûrên din hatin desteserkirin. Hate zanîn ku, 2 kesên hatin binçavkirin dê bibin Îzmîrê.