Li Amed, Êlih û Îzmîrê lêgerîna edaletê

Xizmên windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê lêgerîna edaletê berdewam kirin.

Xizmên windayan ligel astengiya polîsan jî li Amed, Êlih û Îzmîrê lêgerîna edaletê berdewam kirin.

AMED

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin û di bin çavan de hatine windakirin, di hefteya 686’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê xwestin çalakî li dar bixin. Çalakiya ku her heftê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” pêk dihat vê heftê ji hêla polîsan ve bi hinceta biryara Waliyê Amedê ya qedexeya çalakiyan a 15 rojan heye hat astengkirin.

Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya vê heftê li avahiya ÎHD'ê pêk anîn. Daxuyanî ji hêla endama rêveberiya ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim ve hat xwendin û di daxuyaniyê de li aqûbeta Bedrî Agalam hat pirsîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bedrî Agalam bavê 4 zarokane ku di sala 1969’an de ji dayîkbûye û di sala 1990’an de jî ji ber êriş û gefên dewletê berê xwe dide Amedê. Di 25’ê çile ya 1995’an de jî bi ser êrîşa kesek bi navê Olcay birîndar dibe û bi çend kesan re ji aliyê polîsan ve tê destgîrkirin.

Piştî demek kurt tê berdan û di heman rojê de carek din tê destgîrkirin. Malbata Bedrî serî li Midûriyeta Polîsan dide lê belê ew dibêjin ‘Me Bedrî berdaye’. Piştî 5 rojan, kesên ku pêre hatibûn destgîrkirin hatin berdan. Lê Bedrî nehat berdan. Malbata Bedrî bi kesên ku hatin berdan re diaxive. Li gorî agahiyên ku malbatê girtine Bedrî di encama îşkenceyên lê hatine kirin rewşa wî nebaş bûye û hatiye berdan, lê piştre cihek cuda carek din hatiye destgîrkirin.

Malbata ku agahî ji Bedrî nagirin di heman salê de serî li ÎHD’ê didin. Ligel serlêdanan der barê Bedrî de heya niha tu agahî nehatiye bi dest xistin.

Em di şexsê Bedrî de îro carek din hesab dipirsin."

ÊLIH

Li Êlihê jî ji ber tu biryarên qexeyê yên Walitiyê tune bûn, xizmên windakiriyan di hefteya 523’emîn a çalakiya xwe de bi rêveberên Şaxa ÎHD’ê ve li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hatin gel hev. Di çalakiya vê hefteyê de pirsa faîlên bavê Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Abdûrrahman Acar ê di 23’yê Adara 1993’yan de hatiye qetilkirin hat pirsîn. Tevî Başaran, parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Rêxistina HDP’a Bajêr, Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û bi awayekî kiryarên wan nediyar hatine qetilkirin, hatin hilgirtin.

Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Ahmet Şiray ê di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku careke din ji bo pirsîna aqûbeta windakiriyan bipirsin li qadan e û wiha got: “Em ji bo şîna miriyên xwe bikin, ji bo li gorî rûmeta mirovahiyê wan defin bikkin edaletê dixwazin. Em dixwazin ku faîlên cînayetên kiryarên nediyar derxînin pêş darazê û bên cezakirin û aqûbeta windakiriyên me were pirsîn. Bila faîlên windarkiyên me bên dîtin û darizandin.”

 Şîray, pişt re çîroka Abdûrrahman Acar ê di sala 1993’an de li cihê jê re Garaja Midyada Kevin dihat gotin hat qetilkirin vegot û anî ziman ku Acar ê ku hêj 31 salî bû dema hat qetilkirin zewicî û 4 zarokên wî hebûn. Şîray, dû re nameya ku Ayşe Acar Başaran ji bavê xwe re nivîsî xwend.

Xizmên windakiriyan û kesên beşdarî çalakiyê bûn piştî nivîsa hate xwendin 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dû re ji pêş bîrdariyê veqetiyan.

ÎZMÎR

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê li ber Sumerbanka berê ya li Konakê çalakiya “Bila winda bên dîtn û kujer bên darizandin” li dar xist. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta nivîskar-helbestvan Sabahattîn Alî yê di sala 1948’an de bû qûrbanê cînayeta kiryar nediyar pirsî. Di çalakiyê de pankarta “Winda wîjdan in, xwedî derkeve” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne” û wêneyên Sabahattîn Alî hatin hildan.

Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û destnîşan kir ku dema nivîskar û helbestvan Sabahattîn Alî di 31’ê adara 1948’an de xwestiye derkeve derveyî welat dema ji Stenbolê derketiye şûnve hatiye windakirin. Canli xwest aqûbeta Sabahattîn Alî bê eşkerekirin û rastî ji raya giştî re bên gotin. Canli got ku ji wê rojê ve agahî ji Sabahattîn Alî nayê girtin û kes nizane cenazeyê wî li ku ye.