Li Şengalê 3 kes hatin qetilkirin
Li Şengalê di nava 12 seatan de 2 jê zarok 3 kes hatin qetilkirin.
Li Şengalê di nava 12 seatan de 2 jê zarok 3 kes hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin li Şengalê li gundê Behrefa yê Xanesorê 2 zarokên bi navê Hisên Findî Hemo û Nacî Hecî Hemo ku pismamê hev in, dema li ber pezê xwe bûne ji aliyê mamê xwe yê bi navê Şemo Ûso ve hatine qetilkirin. Hatê diyar kirin ku sedema qetilkirina her du zarokan ji ber pirsgirêkên erdane û kujerê wan zarokan ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.
Her wisa di nava Taxa Nesir a Şengalê jî kesek di nava xaniyekî de kuştî hate dîtin. Cenazeyên her sê kesan ji bo Tipa Edî ya Mosilê hatine rêkirin û heya niha di der barê bûyerê de tu agahî nehatin bi dest xistin.