Li Îzmîrê xizmên girtiyan 36 roj in di Nobeta Edaletê de ne
Li Îzmîrê Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 36’emîn de didome. Malbat îro jî çûn serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê.
Li Îzmîrê Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 36’emîn de didome. Malbat îro jî çûn serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê.
Wekî li Amed û Wanê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin.
Çalakiya li Baroya Îzmîrê di roja 36’an de didome û malbatan biryar dan derkevin derveyî baroyê. Malbat îro jî çûn serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê.
Hevserokên OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk û Welat Zelen malbat pêşwazî kirin.
Malbat wê hefteya pêş de biçin serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), HDP , partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî.