Li Îzmîrê Nobeda Edaletê mezin dibe

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 32’yemîn de ye. Dayika Abdurrahman Yildirim ê 26 sal in di girtîgehê de ye Vesîle Yildirim jî beşdarî Nobeda Edaletê bû.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 32’yemîn de ye. Di nobetê de dowizên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin vekirin. Dayika Abdûrrahman Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Şakranê tê ragirtin, Vesîle Yildirim jî beşdarî nobedê bû. Rêveberên HDP’a Karabaglarê û endamên Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) serdana malbatan kirin.

‘QANÛNÊN XWE BINPÊ DIKE‘

Parlamenterê HDP’ê yê serdema beriya niha Erdal Ataş diyar kir ku desthilat qanûnên xwe bi xwe binpê dike û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş niha bi mirinê re rûbirû ne. Dewlet bi hişmendiyeke tolhildanê tevdigere. Kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin divê li dijî Nobeta Edaletê bihestiyar bin.”

‘HELWESTA DIJMINANE‘

Hevseroka HDP’a Karabaglar Emîne Bozdag jî bi lêv kir ku zextên li ser girtiyên nexweş her ku diçe zêde dibin û ev tişt got: “Bêedaletiya li welat belavî her derê bûye. Bi taybetî Aysel Tûglû tevî nikare li derve jî bijî, girtina wê helwesteke dijminane ye.”

‘BILA JI GIRTÎGEHAN DARBEST DERNEKEVIN‘

Yek ji dayikên di Nobeta Edaletê de Vesîle Yildirim jî axivî û wiha got:“Ne pêkane ku tedawiya kurê min li girtîgehê bê kirin. Her roj rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe. Ez bang li Wezîrê Dadê û Serokomar dikim; Kurê min 26 sal in girtî ye. Êdî bes e. Em daxwaz dikin ku ji bo girtî bên dermankirin bên berdan. Êdî bes e. Bila ji girtîgehan darbest dernekevin.”