Li Îzmîrê aqûbeta Yildiz ê hatî windakirin, hat pirsîn
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû windakirin.
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû windakirin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" ku ji du hefteyan carekê lidar dixe, vê heftê li navçeya Konakê li ber Sumerbanka Berê lidar xist. Di çalakiyê de pankartên "Winda wijdan in, xwedî derkeve" û "Faîl diyar in winda li kuderê ne" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de aqûbeta Mûrat Yildiz (19) ku beriya 28 salan di 23'ê sibata 1995'an de li navçeya Bornova ya Îzmîrê çûbû îfade dayînê û careke din ji emniyetê venegeriyabû hat pirsîn.
Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hat xwendin. Çîçek, daxuyaniyê de bal kişand ser çîroka windabûna Yildiz û destnîşan kir ku ji windabûna Yildiz hemû rayedarên demê berpirsyar in. Yildiz, diyar kir ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî nabe û ev tişt got: "Em ji bîr nakin, dest jê bernadin. Jibîrkirin dihêle ku careke din sûcên li dijî mirovahiyê pêk bên. Weke di salên dawîn de dibe sedema windabûnên nû."