Li Îzmîr û Eneqereyê operasyonên qirkirinê hatin şermezarkirin
Li Îzmîr û Enqereyê operasyonên qirkirinê ên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê“ de bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin.
Li Îzmîr û Enqereyê operasyonên qirkirinê ên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê“ de bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin.
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îzmîr û Enqereyê biryara destgîkirina 91 kesên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hat derxistin û gelek ji wan hatine destgîkrin bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
ÎZMÎR
Rêxistina HDP‘a Îzmîrê, li dijî destgîrkirina endam û rêveberên partiyê yên bi hinceta "Doza Kobanê" li ber Navenda Çandê ya Alsancak Turkan Saylan daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê bi qirkirina siyasî teslîmî zilmê nebin“ û "Îradeya gelan nayê radestkirin“ hate vekirin. Partiyên siyasî û sendîkayên bajêr jî piştgirî dan daxuyaniya ku dirûşmên "HDP gel e gel li vir e", "Zext nikarin me bitirsînin" û "Bi hev re em ê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
Hevserokê HDP’a Îzmîrê Vedat Çinar Altan daxuyanî xwend û got: “ Bloka desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rêya daraz û burokrasiya hiqûqê ya ku dike amûra siyasetê, hewl dide polîtîkayên komplo û tirsandinê yên li hemberî partiya me yek bi yek pêk bîne. Lê dawiya wan kesên ku xwe li van polîtîkayan girtine û hêviya alîkariyê ji komplo û pîlanan dikin, ji yên beriya wan cuda nabe. Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî, edalet û azadiyê bernedin“
ENQERE
Rêxistina HDP’a Enqerê jî bi civîna çapemeniyê êrîşên qirkirinê yên li dijî HDP’ê şermezar kir.
Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû di civînê de axivî û diyar kir ku zext û destgîrkirinên li dijî partiya wan ne hiqûqî ne û ev operasyon komployek siyasî ye.
Sînemîllîoglû diyar kir ku em sedema zextên li ser partiya xwe dizanin û wiha got: “Delîlên di dosyaya Kobanê de yek bi yek hatin pûç kirin. Daraza ku ji bo hikûmetê veguheriye amûrekê, dîsan ketiye nava liv û tevgerê. Dozgerê lêpirsînê Ahmet Altun ê ku operasyon li dar xist, ji bo operasyonên têkildarî HDP'ê pêk bîne hat wezîfedarkirin. Tevî ku Altun di dema pêkanîna doza Kobanê de weke Alîkarê Serdozgerê Giştî yê Îzmîrê hat tayînkirin jî, tayînkirina wî hat betalkirin û weke serkêşê vê operasyonê hate destnîşankirin.“